Wezîrê Macar bo serok Barzanî: Em serbilindin bi Herêma Kurdistanê re li dijî ISID ê ser dikin

06 March 2021 19:13 0 dîtin
Wezîrê Macar bo serok Barzanî: Em serbilindin bi Herêma Kurdistanê re li dijî ISID ê ser dikin

PeyamaKurd – Wezîrê dewleta Macaristanê Tristan Azbej bi balyozê dewleta xwe yê Kurdistanê re bi Istvav Emri ve, seredana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin û wezîr bo serok Barzanî got ku ew serbilindin bi Herêma Kurdistanê re li dijî İŞİD ê şer dikin.

Wezîr Tristan Azbej bi sedema ku Herêma Kurdistanê di navbera grûbên olî û etnîkî de kultira pêkevejiyanê afirandine sipasiya serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir.

Azbej her weha di hevdîtina xwe de ragihand ku wê dewleta Macaristanê alîkariya Herêma kurdistanê û hevkariya xwe bide dewamkirin. Bi sedema Herêma Kurdistanê bo bi sedhezaran koçberan deriyê xwe vekiriye, sipasiya serok Barzanî kir.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema li dijî İŞİD ê dewleta Macar alîkariya Kurdistanê kiriye bo hukumeta Macaristanê sipasiya xwe kir.

Di hevdîtinê de li ser pêşdebirina têkiliyên her dû aliyan de her dû alî axifîn.