Nameya pîrozbahiyê ya Serokwezîrê Macaristanê pêskesî Serok Barzanî hat kirin

15 August 2021 20:39 0 dîtin
Nameya pîrozbahiyê ya Serokwezîrê Macaristanê pêskesî Serok Barzanî hat kirin

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê li Selahedîn pêşwazî li Cîgirê Konsolê Giştî yê Macaristan li Hewlêrê Miklos Szabo kir.

Dîplomatê Macaristanê Miklos Szabo, nameya Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ku tê de 75emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û rojbûna Serok Barzanî pîroz dike, pêşkeşî Serok Barzanî kir.

Di hevdîtinê de herwiha pêwendiyên navbera Kurdistan û Macaristanê jî hatin axaftin.