Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêsmerge îro li Parlamentoya Kurdistanê dibin mêvan
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro diçin Parlamentoya Kurdistanê û bi sê lijneyên taybetmend ên Parlamentoyê re civînekê pêk tînin.
Li gor zanyariyan, îro 17.05.2021ê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl li Parlamentoya Kurdistanê dibin mêvan û li gel lijneyên navxwe û asayîş û encûmenên xwecihî, Pêşmerge û darayî û karûbarên aborî de dicivin.
Herwiha zanyarî didin zanîn, civîn bo guftûgoya li ser raporta duyem a pêngavên bicîhanîna yasaya çaksaziyê ye ku wan lijneyan têbinî û nêrînên xwe li ser raportê hene.
Di vê civînê de, guftûgo dê derbarê wan madeyên ku girêdayî Wezareta Pêşmerge û Wezareta Navxwe ve jî bên kirin.
Heman deme de, di civînê de sekretere lijneya bilind a çaksaziyan Ebdulhekîm Xesrew jî beşdar dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin