Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Îran li Lubnanê baregeheke hewayî ava dike
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant îdia kir ku Îran xwe amade dike ku li Lubnanê li nêzî sînorê Îsraîlê baregeheke hewayî ava bike.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di konferanseke ewlehiyê ya li bajarê Herzliyayê de axivî û îdia kir, Îran li herêma Çiyayê Jebel Kalat Cabir a li başûrê Lubnanê baregeheke hewayî ya leşkerî ava dike.
Gallant di parvekirina wêneya satelaytê de ku li herêma 20 kîlometran dûrî sînorê Îsraîlî ye, rêyên hilbûn û daketinê yên balafiran nîşan dide, herwiha di danasîna xwe de wêneyekî devereke ku ala Hizbullaha Lubnanî û Îranê lê daliqandine, kir.
Gallant îdia kir, baregeha navborî wê ji bo êrîşa li ser Îsraîlê were bikaranîn, tehdîd kir ku wê Hîzbullah û Lubnan "berdêlek giran bidin" heke pevçûn çêbibin.
Rageşiya li ser sînorê Lubnan-Îsraîl vê dawiyê dîsa zêde bûye, 17 sal piştî pevçûnên 12ê Tîrmeha 2006an, ku bû sedema mirina ji aliyê Îsraîl û Hizbullahê.
Dema ku Îsraîl û Lubnanê di Cotmeha 2022an de bi navbeynkariya Amerîkayê peymana xêzkirina sînorên deryayî îmze kirin, li herêmê aramiyeke demkî pêk hat. Piştî daxuyaniyên tund ên di navbera aliyan de, di meha Nîsanê de dema ku 30 roket ji xaka Libnanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, rageşiya leşkerî li herêma sînor dîsa zêde bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin