Wezîrê Tirk bersiva nebûna anonsên Kurdî da
PeyamaKurd – Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyê Adil Karaismailoglu, li ser pirsnameya Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Ebru Gunay a derbarê sedema nebûna anonsên bi zimanê Kurdî li otogar û balafirxaneyan bersiv da.
Wezîrê Tirk di bersiva xwe de, bal kişandiye ser Rêxistina Balafirvaniya Sivîl a Navnetewî û gotiye, ji ber ku di zimanên hatine diyarkirin de Îngilîzî, Fransî, Îspanyolî, Rûsî, Erebî û Çînî heye ew jî li gorî wê rêxistinê tevdigerin û bi Kurdî anonsan nadin.
Herwiha wezîrê tirk diyar kiriye ku ew li gorî rêzikên navnetewî agahîyên şêwirmendiyê û anonsên xwe bi Îngilîzî û Tirkî didin.
Hêjayî gotinê ye, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî serjimarên nefermî bêhtirî 20 milyon Kurd dijîn, lê bi zimanê Kurdî xizmet bo rêwiyan li otogar û balafirxaneyan nayê dayîn. Lê belê berevajî gotinên wezîrê tirk, bi zimanê erebî û çend zimanên din ew xizmet têne dayîn ku li Tirkiyê hejmara wan kesan li gorî Kurdan gelekî kêm in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin