Wezîrên Amerîka û Siûdî gefên Hûsiyên Yemenê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Erebistana Siûdî Mîr Xalid Bin Selman û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin bi rêya telefonê pêwendî kirine û gefên Hûsiyên Yemenê ku Îran piştevana wan e, gotûbêj kirin.
Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand ku di pêwendiyê de, geşedanên dawî yên di asta herêmî û navdewletî de û hewldanên têne kirin, hatine gotûbêj kirin.
Pentagonê da zanîn, Lloyd Austin bi hempîşeyê xwe yê Siûdî re gefên koma Hûsî ya Yemenê yên li dijî azadiya şoreya deryayî li Deryaya Sor gotûbêj kir.
Ajansa nûçeyan a Siûdî jî da xuyakirin ku her du aliyan têkiliyên dualî û rêbazên geşkirina aliyê parastinê nîqaş kir.
Berdevkê Pentagonê Pat Ryder jî got, Austin êrîşên Hûsiyan li dijî keştiyên di deriyên avê re derbas dibin li dijî bazirganiyê xeteriyê çêdikin û rola xeternak a Îranê di wê mijarê de anî ziman ku Îran piştevaniyeke xurt dide Hûsiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin