Wezîrên Berevaniya Tirkiye û Iraqê li Stenbolê civînek pêk anîn

20 August 2021 10:13 0 dîtin
Wezîrên Berevaniya Tirkiye û Iraqê li Stenbolê civînek pêk anîn

PeyamaKurd  Wezîrên Berevaniya Tirkiye û Iraqê li Stenbolê civînek pêk anîn û di civînê de, Hulusî Akar ji Wezîrê Berevaniya Iraqê daxwaz kir, di şerê PKKê de alîkariya wan bikin û Akar diyar kir, operasyonên wan tenê ji bo şerê PKKê ne.

Wezîrê Berevaniya Iraqê Cumaa Inad li Stenbolê, bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê re civiya û Hulusî Akar daxwaz kir, ku Iraq li hember PKKê alîkariya Tirkiyê bike.

Wezareta Berevaniya Turkiyê destnîşan kir, ku civîna di navbera her du wezîrên berevaniyê yên Iraqê û Tirkiyê, di çarçoveya beşdariya şanda serbazî ya Iraqê di pêşangeha navdewletî ya Stenbolê de bûye û her du aliyan, hemahengiya di warê pîşesaziya berevaniyê de gotûbêj kirine.

Di hevdêtinê de Hulusî Akar ji Cumaa Inad re eşkere kiriye, ku PKKê gefeke hevbeş e li ser Tirkiyê û Iraqê, û pêwist e bi hev re li hember derkevin û Tirkiyê rêzê li serwerî û yekparçeyiya xaka Iraqê digre û operasyonên wan tenê ji bo şerê PKKê ne.