WFP: Li Xezzeyê metirsiya xelayê her ku diçe zêde dibe

07 April 2024 17:44 0 dîtin
WFP: Li Xezzeyê metirsiya xelayê her ku diçe zêde dibe

PeyamaKurd - Rêxistana Neteweyên Yekbûyî (NY) a Bernameya Xwirekê ya Cîhanê (WFP) ragihand ku li Xezzeyâ metirsiya xelayê her ku diçe zêdetir dibe.

WFPê da zanîn ku li Xezzeyê ji 3 zarokan yek jê di bin temenê 2 saliyê de ne, hemû zarok têr xwarinê naxwin û nexweşiyên zarokan ên ku ji ber birçîbûnê derdikevin holê pir zêde bûne.

Saziya NY ya navneteweyî bang kir ku ji bo bikaribin xelaya li Xezeyê rawestînin divê Îsraîl rêgiriyê li wan û rêxistinên din ên alîkariya mirovî neke.

Cîgira Reveberê WFPyê yê Filîstînê Marika Guderianê anî ziman ku WFP her meh xwarinê ji milyonek kesî re dabîn dike, lê belê gellek zehmetiyên rêxistinê hene û got: "Ji bo ku em li vir bixebitin garantiyên ewlehiyê yên pêwîst nînin.”

Ji sedî 70ê xelkê bakurê Xezeyê bi birçîbûneke metirsîdar re rû bi rû ye.

WFPê di meha Adarê de 47 birgir gihandin bakurê Xezzeyê û paketên xwarinê yên germ û yên din amade dike û belav dike.