WFPyê ji bo 874 hezar erdhejzedeyên li Tirkiye û Sûriyê banga alîkariya xurekê kir

10 February 2023 22:32 0 dîtin
WFPyê ji bo 874 hezar erdhejzedeyên li Tirkiye û Sûriyê banga alîkariya xurekê kir

PeyamaKurd – Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, ji bo dabînkirina xurekên germ û kumanyayên xurekê ji erdhejzedeyên li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Sûriyê re, banga alîkariyê kir.

WFP bangewazî kir ku ji bo 874 hezar kesên mexdûrên erdhejê bi nirxê 77 milyon dolaran pêwîstî bi xurekan heye.

Di daxuyaniya WFPê ya navenda Roma de, hat diyarkirin ku alîkariya tê xwestin; ji bo 284 hezar mexdûrên li Sûriyê û 545 hezar mexdûrên li Tûirkiyeyê û 45 penaberan li xwe digire.

 Herwiha Berpirsê WFPê yê Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka û Rojavayê Ewropayê Corinne Fleischer, ragihand ku wan di nav 4 rojên dawî de, alîkariya xurekê gihandiye 115 hezar welatiyan li Sûriye û Tirkiyeyê.