WHO: Ji bo zarokên heta 5 salî maske hewce nake

23 August 2020 15:52 0 dîtin
WHO: Ji bo zarokên heta 5 salî maske hewce nake

PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji bo zarokên bin 5 saliyê hewce nake, lê divê zarokên temenê wan 12 salî û zêdetir bin maskeyan bi kar bînin.

Li gorî daxuyaniya WHOyê ya bo hişyariya zarokan di belavbûna vîrusa koronayê de, zarokên 12 salî û temenê wan zêdetir, ji bo alîkariya têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê, divê weke mezinan maske bi kar bînin.

Lê belê li gorî WHOyê zarokên ji 5 salî biçûktir bi awayekî giştî hewce nake maskeyê bi kar bînin, tenê dikarin li cihên pêwîst maske bi kar bînin.

Heta niha li seranserê cîhanê 23 milyon zêdetir kes bi koronayê ketine, 806 hezar û 232 kes mirine û 15 milyon û 824 hezar û 412 kes jî baş bûne.