Who: Kesên cîgarê dîksînin koronayê bi awayekî girantir derbas dikin
PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiya Navnetewî (Who) ragihand ku kesên ku cîgare dikşînin, nexweşiya koronayê bi awayekî girantir derbas dikin.
Seroka Bernamaya Nexweşiyên Lezgîn a WHOyê, Maria van Kerkhove, li Cenevreyê di civînekê rojnamevaniyê de ragihand ku cîgare dibe sebep ku nexweşiya koronaya nifşê nû (Covid-19) girantir derbas bibe.
Kerkhove wiha axivî, “Em giş metirsiyên titûnê dizanin. Her saş bi milyonan kes ji ber cîgareyê dimirin. Korona nexweşiyekê bêhnê ye û cîgare bi awayekî neyînî bandorê li kezebê dike. Kesên ku cîgare dikşînin, nexweşiya koronayê bi awayekî girantir derbas dikin û lêkolîn didin nişandan ku metirsiya jiyanî li ser cîgarekêşan zêdetir e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin