World Bankê pistgirî da karname û reformên Hikûmeta Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li berpirsê herêmî yê Banka Cîhanî (World Bank) Saroj Kumar Jha û şanda pê re kir.
Saroj Kumar Jha kêfxweşiya xwe bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê nîşan da û got: "Karanme û planên hikûmeta Kurdistanê gelekî baş in. Ji ber wê jî Banka Cîhanî piştevaniya karnameya hikûmetê dike û gelekî kêfxweş jî dibe ku bi hikûmeta Kurdistanê re kar bike."
Berpirsê Banka Cîhanî da zanîn, pisporên Banak Cîhanî amade ne bên Herêma Kurdistanê alîkariya hikûmetê bikin bi taybet di warê reformên darayî de.
Mesrûr Barzanî jî spasiya şanda Banak Cîhanî kir û wiha got: "Em kêfxweş in ku dezgeheka girîng mîna Banka Cîhanî piştevaniya karnemeya hikûmeta me dike. Ji xwe armanca me ya serekî ew e ku em bi alîkariya dostên xwe aboriya Kurdistanê di hemû sektoran de pêş bixin. Em dixwazin tenê pişta xwe bi firotina petrolê girênedin û bi taybet girîngiyê bidin sektorên çandinî, pîşesazî û tûrîzmê. Her wiha zemînek baş jî bo karsazên biyanî û navxwe çêbibe da ku hikûmeta Kurdistanê bikaribe xizmeta welatiyan bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin