WSJ: Divê Erdogan hîn bibe ku wê Joe Biden ji Trump gelekî hisktir be!
PeyamaKurd - Rojanemeya Washington Post (WSJ) ya Amerîkî di nivîsareke xwe de balê dikişîne ser pêwendiyên rêveberiya nû ya Amerîkayê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re û dide zanîn, ‘Serokê nû Joe Biden wê li gorî Trump li hember Erdogan gelekî hişktir be.’
Washington Post, balê dikişîne ser gotinên Erdogan ên piştî operasyona Garê ya dijî PKKê ku ji Biden dixwaze helwestekê nîşan bide û diyar dike, divê Biden û Trump neyên beramber kirin.
Rojname dide zanîn ku niha hem hevpeymanên Amerîka hem jî dijmin Joe Biden test dikin û wê helwesta wî jî awayê seroktiya wî diyar bike.
WSJ li ser gotinên Erdogan piştî operasyona Garê ku 13 dîlên di destê PKKê de hatin kuştin, dibêje; Erdogan bi zimanekî erzşikandinê dipeyive ku dixwaze hêrsa navxweyî bide aliyekî din û şertên pêwendiya digel Biden ji bo xwe pêk bîne.
Di nivîsara Max Boot a Washington Postê de, tê destnîşankirin, “Divê (Erdogan) hîn bibe ku wê Biden li gorî Trump gelekî hişktir be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin