WSJ: Tehran bûye dabînkereke çekan a cîhanê
PeyamaKurd - Walt Street Journal dipirse “Gelo divê Rojava ji şiyanên mûşekî yên Îranê bitirse?” û hişyarî dide, dibêje: “Tehran bûye dabînkereke çekan a cîhanê.”
Pisporên Amerîkî balê dikêşînin ser ragihandina sîstema nû ya parastina asmanî ya rejîma Îranê û ji ber pêşvederketina Tehranê ya wek dabînkereke çekan a cîhanî, hişyarî didin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya rejîmê (IRNA) da zanîn ku desthilata Tehranê roja şemiyê sîstema xwe ya mûşekî ya dij-balîstîk a Arman û sîstema parastina asmanî ya frîna nizim a Azerheş ragihandiye.
Ev daxuyanî di demeke wisa de hate dayîn ku li herêmê alozî raketiye asta herî bilind. Hûsiyên Yemenê yên ku bi Îranê re hevalbend in, li Deryaya Sor li dijî keştiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Brîtanya û Îsraîlê gellek êriş pêk anîn.
Dû sîstemên parastina asmanî
Li gor nûçeya televizyona fermî ya Îranê, du sîstemên nû yên parastina asmanî yên ku rejîma Îranê hilberandiye, bi merasîmeke ku Wezîrê Parastinê yê Îranê Mihemed Riza Aştîyanî jî tê de amade bû, hatin pêşandan.
Pisporên Îranî ji televizyonê re ragihandin ku bi frawankirina van herdû sîsteman re wê hêza parastina asmanî ya Îranê bi awayekî berbiçav zêde bibe.
Hate ragihandin ku sîstema mûşekan a dij-balîstîk a Arman, dikare di heman demê de li dijî 12 şêlên dûrahiya 120 heta 180 kîlometreyan û bilindahiya 27 kîlometreyan ber xwe bide û sîstema mûşekan a Azerheş jî dikare bi 4 mûşekan şêlên nizim ên li dûrahiya heta 50 kîlometreyan destnîşan bike û têk bibe.
Her wiha rejîma Îranê di pûşperê de mûşeka Fettah a yekem mûşeka balîstîk a hipersonîk a navxweyî ku menzîla wê 1400 kîlometr e da nasîn.
Gelo Îran xwe hêzdar dide xuyakirin?
Pisporên rojavayî di wê baweriyê de ne ku Îran gelek caran şiyanên çekên xwe zêde dinirxîne. Lê belê li ser bernameya wê ya mûşekan, bi taybetî mûşekên balîstîk ên dûravêj fikarên xwe jî dikin.
Di nûçeya Wall Street Journalê de di derbarê vê mijarê de wiha tê gotin:
“Pîşesaziya çekan a Îranê bi lez digeşe. Ev welat bi buhayê kêm û teknolojiya bilind hêdî hêdî dibe henardekareke çekan a mezin. Alîgirên wê hêrsa DYD û hevalbendên wê yên li Rojhelata Navîn û yên deverên din dikêşînin ser xwe.”
Li gorî rojnameyê ev pêşketina pîşesazî ya Îranê di hewla Rûsya ya li Ûkraynayê de xuya dibe; ku piştî di 2022yan de ji Îranê bi hezaran frokeyên bêmirov kirî, rewşa şerê li Ûkraynayê veguhert.
Vê yekê rê li rejîma Îranê vekir ku di pevçûnên li Rojhelata Navîn ku piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezzeyê zêde bûn de piştgiriya xwe ya ji komên milîs ên girêdayî wê re zêde bike.
Lêkolînerê Militant Wireê Adam Russell di derbarê vê mijarê de ji Wall Street Journalê re wiha dibêje:
“Bi egereke mezin Îran, bi henardekirin û di şer de misogerkirina vê teknolojiya xwe rewşa şerê asîmetrîk heta hetayê guhertiye. Ev yek dikare rê li berê veke ku milîsên hevalbendên Îranê li Iraq, Lubnan û Yemenê bandorek mezin bi dest bixin."
Berpirsên DYAyî dibêjin ku yek ji gringtirîn henardeyên çekî yên rejîma Îranê, frokeya bêmirov a Şahed ku bi armanca arastekirina teqemenî û li şêlêketinê hatiye pêşnûmakirin e. Di êrişa Hizbullaha Iraqê ya di 28ê Çileyê de li dijî baregeha leşkerî ya DYA ya li Urdunê pêk hat û di encamê de 3 leşkerên Amerîkî can dan de ev froke hatibûn bikaranîn.
Gelo divê Rojava bitirse?
Bersiva pirsa “Gelo divê Rojava ji şiyana mûşekî ya Îranê bitirse?” hîna ne zelal e. Ragihandinên Îranê yên çalakiyên pêşxistina çekan ku piştî destpêkirina şerê li Xezzeyê zêde bûn, wek perçeyek ji polîtîkaya propagandayê xuya dikin.
Artêşa Pasdarên rejîma Îranê, di 12ê Sebatê de ragihand ku yekem car ji keştiyeke şer, mûşeka balîstîkî ya menzîla dûr ceribandiye û vê gefê xwar ku ji bo hêzên ku li ser parastina Îranê metirsiyê peyda dikin, cihekî bi ewle tune ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin