"DYA bûye henekê ber devê hemû cîhanê"

02 January 2025 11:25 0 dîtin
"DYA bûye henekê ber devê hemû cîhanê"

 

PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê DYAyê Donald Trûmp bal kişand ser vê yekê ku "Amerîka bûye henekê ber devê hemû cîhanê" û êrîşên li vî welatî bi "pirsgirêkên sînoran û serkirdayetiya lawaz" ve girê dide.

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî "Truth Sosyal" derbarê êrîşên li DYAyê de nirxandin kirin.

Trump ji ber ku Demokrat û rayedar bi cîbicîkirina erkên xwe sûcdar kir û wiha got: "Welatê me li her derê dinyayê felaket e, bûye henekê ber devê hemû cîhanê. Dema ku hûn sînorên vekirî bin, rêbertiya we ya bêbandor û hema hema tune be jî wiha dibe."

Trump got, "Divê demokrat şerm bikin ku destûr didin ku li welatê me ev yek pêk were" û rêveberiya Serok Joe Biden sûcdar kir.