Zelenskî : Rûsya xwest Behrares li hember hemû cîhanê bikar bîne

17 November 2023 15:26 0 dîtin
Zelenskî : Rûsya xwest Behrares li hember hemû cîhanê bikar bîne

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski, daxuyand ku Behrareş, yek binkeyeke ewlehiya cihanî ye û got : "Em bi gel û hevpeyamnên xwe re garantorên wê ewlehiyê ne". 

Zelenskî da zanîn ku Rûsya bi destpêkirina şerê li hemberî wan, xwest ku Behrareş li hember hemû cîhanê bikar bîne û got : "Rûsya ji bo ku piyaseya xurekan ya cîhanê têkbibe û kaosên nû li deverên nû peyda bike, benderên me dorpêç kir û bi zanabûn ji bo îxracat neyê kirin binesaziyên li benderên me têk bir. 

Serokê Ukraynayê di daxuyandiye ku ji sala 2008'an ve Rûsya bi êrişên li hember Gurcîstanê kiribû, dîsa ji bo li Sûriye û Rojhilata Navîn gelewêjî (kaos) çê bibe dest bi hewldanên kir û piştî ku Kirimê bindest kiriye ve jî wê hewldana xwe bi aşkereyî nîşan da ku dixwaze Behrareş li hemberî Ewrûpa û cîhanê bikar bîne.