Xalid Sivanî: Cîbûrî ji bo dagirkirina zeviyên Kurdan hêsankariyê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Herêma Kurdistanê Xalid Şiwanî li ser anîna Erebên hawirde ser zeviyên çandiniyê yên Kurdan ragihand ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cîbûrî hêsankarî ji bo dagirkirina zeviyên Kurdan dike.
Xalid Şiwanî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku îro careke din Erebên hawirde bi piştevaniya hêzêke polîsê federalî xwestin erd û zeviyên cotkarên Kurd ên li gundê Xerabe yê ser bi nehiya Sergeran, ku ser bi navçeya Dubiz a parêzgeha Kerkûkê ye, dagir bikin.
Lê belê cotkarên Kurd rê li ber vê yekê girtin û ew ji devera xwe derxistin.
Xalid Şiwanî tekez kir ku Rakan Cibûrî, Parêzgarî sepandî yê Kerkûkê, ji bo erebkirina wê deverê, hêsankariya hatina Erebên hawirde dike.
Hêjayî gotinê ye, îro careke din Erebên ji derve hatine xwestin bi hevkariya Polîsê Federalî û hêzên Heşda Şeibî vegerin çend gundên nehiya Sergeranê ya Kerkûkê û dest deynin ser zeviyên Kurdan, lê belê cotkarên kurd li gundê Xerabe berxwe dan û nehiştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin