Xarpêt | Makîneya însaatê welgeriya: 2 karkerên zarok canê xwe ji dest da
PeyamaKurd – Li Xarpêtê Murat Ateş û Yusuf Gozelê ku hewl didan makîneya înşaatê bixebitînin ji ber ku maşîne qulibî canê xwe ji dest da.
Li gundê Pazmaşênê yê li navenda Xarpêtê Murat Ateş (17) û Yusuf Gozel (16) dibin makîneya kar a de man ku dixwestin bixebitînin, makîne bi ser wan de welgeriya û di encamê de canê xwe ji dest dan.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Her du karkerên zarok ku bi giranî birîndar bûbûn ji teref îtfaiyeyê ve ji cihê ku asê mabûn hatin rizgarkirin û piştî midaxeleya ekîbên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyê.
Murat Ateş li nexweşxaneyeke taybet; Yusuf Gozel jî tevî hemû hewldanên doktoran a li Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê her du karkerên zarok piştî otopsiyê radestî xizmên wan hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin