Ji bo karkerên Însaatê, axaftina bi Kurdî hate qedexekirin!
Hat ragihandin ku şirketeke înşaatê ya li Stenbolê axaftina bi zimanên cuda, qedexe kir. Sebeba vê yekê jî, weke acizbûna karkerên dî hat nîşandan.
“Sendîkaya Karkerên Xanî û Înşaatan” diyar kir ku şirketa bi navê “Yapı ve Yapı” di înşaateke xwe ya li Stenbolê de axaftina bi Kurdî qedexe kir. Şirketê, di nivîsa ku rêkirî de wiha got: Axaftina bi zimanên cuda qedexe ye û hemî karkerên dî aciz dike.
Li ser vê yekê raya giştî bertekên hişk dan. Hat gotin ku ew ji aliyekî ve mafên karkeran yên karkerî dixwun ji aliyê dî ve jî ferqê dixin navbera karkeran de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin