Xelatên 76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê hatin dayîn
PeyamaKurd - 76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê bi merasîmekê li bajarê Cannes ê başûrê Fransayê bidawî bû û fîlmê derhênerê Fransî Justine Triet ê bi navê Anatomie d’Une Chute (Anatomiya Ketinekê) Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt.
Di di merasîma xelatdayînê ya şeva borî li Şanoya Grand Lumiere hat lidarxistin de, fîlmê Justine Triet a bi navê Anatomie d’Une Chute Xelata Palmiyeya Zêrîn û Tran Anh Hung jî bi fîlmê xwe yê bi navê “a Passion de Dodin Bouffant” xelata derhênerê herî baş wergirt.
Xelatên 76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê:
Xelata Palmiyeya Zêrîn: Anatomie d’Une Chute / Derhêner: Justine Triet)
Xelata Juriyê: The Zone of Interest / Derhêner: Jonathan Glazer
Derhênerê Herî Baş: Tran Anh Hung / The Pot-au-Feu (La Passion de Dodin Bouffant)
Lîstikvana Jin a Herî Baş: Merve Dizdar (Kuru Otlar Ustüne/Derhêner: Nurî Bilge Ceylan)
Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş: Kōji Yakusho (Perfect Days/ Derhêner: Wim Wenders)
Senaryoya Herî Baş: Sakomoto / Monster (Derhêner: Kore-Eda Hirokazu)
Di beşa Kurtefîlman de jî xelata Xelata Palmiyeya Zêrîn derhênerê fîlmê Thien An Pham bi navê Inside the Yellow Cocoon Shell wergirt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin