Xelatên Festîvala Fîlman a Cannesê ya 75an, hatin belavkirin
PeyamaKurd-Xelatên Festîvala Fîlman a Cannesê ya 75an hatin belavkirin. Di beşa fîlman de derhênerê Swêdî Ruben Ostlund, ji bo fîlmê bi navê ‘Sêgoşeya Xemgîniyê’ (Triangle of Sadness) Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt.
Festîvala Fîlman a Cannesê ya 75an ku îsal li bajarê Cannesê yê li başûrê Fransayê hat lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû. Xelat bi serokatiya lîstikvanê Fransî Vincent Lindon , ji aliyê jûriya ji 9 kesan ve hatin diyarkirin û di merasîma xelatgirtinê ya ku roja Şemiyê li Şanoya Grand Lumiere ya li Cannesê hat lidarxistin de xelat hatin belavkirin. Fîlmê Ruben Ostlund yê bi navê ‘Sêgoşeya Xemgîniyê’ xelata Palmiyeya Zêrîn û Chan Wook Park jî bi fîlma xwe ya bi navê “Decision to Leave” xelata derhênerê herî baş wergirt. Xelata Grand Prix ku tê wateya duyemîn; di navbera fîlmên Close (Lukas Dhont) û Stars at Noon (Claire Denis) de hat parvekirin.
Xelatên Festîvala Fîlman a Cannesê ya 75an wiha ne:
Xelata Palmiyeya Zêrîn: Triangle of Sadness (Derhêner Ruben Ostlund
Xelata Mezin a Juriyê: Close (Derhêner Lukas Dhont) û Stars at Noon (Derhêner Claire Denis)
Xelata Juriyê: The Eight Mountains (Derhêner Felix van Groeningen & Charlotte Vandermeersch) ve EO (Derhêner Jerzy Skolimowski)
Derhênerê Herî Baş: Park Chan-Wook (Decision to Leave) Lîstikvana Jin a Herî Baş Zar Amir-Ebrahimi (Holy Spider)
Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş: Song Kang-ho (Broker)
Senaryoya Herî Baş: Tarik Saleh (Boy From Heaven)
Xelata Taybet a Salvegera 75emîn: Tori and Lokita / Tori et Lokita (Derhêner Jean-Pierre Dardenne ve Luc Dardenne)
Di beşa Kurtefîlman de Xelata Palmiyeya Zêrîn ji aliyê derhênerê fîlmê 'The Water Murmurs' Jianying Chen ve hat wergirt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin