Xezze: Di hêrisa Îsraîlê de 11 kesan can dan

28 August 2024 12:29 0 dîtin
Xezze: Di hêrisa Îsraîlê de 11 kesan can dan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di hêrişa artêşa Îsraîlê ya li Xezzeyê de 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gorî rayedarên Fîlîstînî, di operasyona ku hêzên Îsraîlê li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirkirî pêk anî de herî kêm 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Li kampa El Fara ya penaberan, ji ber hêrişên hewayî 5 kes, li bajarê Cenînê jî ji ber hêrişa frokeyên bêmirov û pevçûnên çekdarî 6 kes mirin.

Hêzên Îsraîlî îdia kirin ku li bajarên Tulkarm û Jenînê "operasyona dijî terorê" li dar xistine.

Ji ber vê yekê xuya ye ku Îsraîlê operasyoneke mezin li bajarên Jenîn, Tulkarm, Nablus û Tubasê pêk anî.

Tê gotin ku piştî Întîfadaya Duyem a ku di navbera salên 2000 û 2005an de dom kir, yekem car e ku Îsraîl operasyoneke wiha mezin di heman demê da bajarên din ên Filistînê jî dike hedef.