Xezze-Îsraîl | Fîdan bi aliyê Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir

15 November 2023 11:01 0 dîtin
Xezze-Îsraîl | Fîdan bi aliyê Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Kordînatorê Pêvajoya Aştiyê ya Rojhilata Navîn a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Tor Wennesland re bi telefonê axivî.

Di civîna ku pevçûnên li Xezzeyê hatin nîqaşkirin de Fîdan diyar kir ku tiştên qewimîn nîşanî her kesî da ku pêkanîna çareseriya du dewletan esas e.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin girtin, Fîdan bi bîr xist ku çareseriya pirsgirêkên Filistînê di çarçoveya biryarên Neteweyên Yekbûyî û pîvanên navneteweyî yên qebûlkirî de pêkan e û got, “Divê demildest agirbesteke tam pêk were. Piştî vê divê ji bo aştiyeke mayînde û adil bê avakirin xebat bên kirin.”