Xi Jinping: Lihevkirina Çîn û Amerîkayê ji bo cîhanê gelekî girîng e
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi ji bo 3 rojan serdana Amerîkayê bike û Serokê Çînê Xi Jinping jî beriya vê serdana pilebind ragihand, Çîn û Amerîka bi çareserkirina nakokiyên xwe dikarin ji pirsgirêkên cîhanê re bibin bersiv.
Jinping di nameya xwe ya Komîteya Netewî ya Pêwendiyên Amerîka û Çînê de, da xuyakirin ku lihevkirina di navbera herdu welatan de ji bo cîhanê jî gelekî girîng e û diyar kir, herdu welat jî dixwazin hevkariyê bikin.
Herwiha Xi destnîşan kir ku divê têkîliyên herdu welatan li ser prensîbên rêzdarî, aştiyane û hevkariya serketî bên avakirin.
Xi Jinping beriya serdana Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi ya Washingtonê ev daxuyanî da ku tê çaverêkirin sibe 26ê Cotmehê dest pê bike.
Herwiha ev serdan berî hevdîtina Serokê Amerîka Joe Biden û Xi ya biryar e di meha Mijdarê de li Asyayê pêk were tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin