Xi Jinping: Pêdiviya cîhanê bi pêwendiyên bas ên Çîn û Amerîkayê heye

10 January 2024 22:05 0 dîtin
Xi Jinping: Pêdiviya cîhanê bi pêwendiyên bas ên Çîn û Amerîkayê heye

PeyamaKurd – Serokê Çînê Xi Jinping, nakokî û aloziyên di warên cuda de yên navbera wan û Amerîkayê de bibîr xist û got, pêdiviya cîhanê bi têkiliyên baş ên Çîn û Amerîkayê heye.

Xi Jinping, nameyek ji hevaleke xwe ya Amerîkî ya xwedî dostaniya çil salan a li eyaleta Iowayê re nivîsand.

Hate ragihandin ku Xi di nameyê de, ji dosta xwe Sarah Lande re ku di Gulana 1985an de pê re hevnas bûye gotiye, bal kişandiye ser pêwendiyên Çîn û Amerîkayê û diyar kiriye, ji bo pêşeroj û qedera vê gerstêrkê, pêwîste têkiliyên Çîn û Amerîkayê baştir bibin û xwedî îstiqrar bin.

Hêjayî gotinê ye, piştî demeke dirêj, di Mijdara 2023yan de, Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî pêşwazî li Xi Jinping kiribû û piştî wê hevdîtinê, di navbera herdu welatan de di warên şerê bazirganî û mijara Taywanê de hin pêşveçûn hene. Wê li Taywanê şemiya bê jî hilbijartin bêne kirin ku Çî wî welatî wekî parçeyekî xwe dibîne.