Xizmetkirina welatiyan û jiyana hevbes di kabîneya nehem de

08 October 2024 12:00 0 dîtin
Xizmetkirina welatiyan û jiyana hevbes di kabîneya nehem de

PeyamaKurd – Herçend kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî di nava çend kêşeyan de dest bi kar kir, lê karî rûbirûyê van hemû kêşeyan bibe û piraniya wan astengên ku sektorên cuda rûbirû mane derbas bike.

Di vê heyama kabîneyê de hemû mijarên girêdayî xizmetguzariya ji bo welatiyan, bi aliyê mirovî û civakî ve, rûdanek nû hat dayîn û di vî warî de gavên mezin hatin avêtin. Di nav wan de xurtkirina jiyana hevbeş, çapemenî, rêxistinên sivîl, penaberî û desteserkirin.

Îro 10.07.2019ê bi serpereştiya Mesrûr Barzanî bi dirûşma “Kurdistana bihêz” kabîneya nehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê hat avakirin.

Encumena wezîran ku ji 19 wezaret, 12 ofîs û dezgehên ne wezaretî pêk tê, tevî astengiyên aborî û siyasî dest bi karê xwe kir û di warê rêxistinî û çaksaziyê de gavên mezin avêtin û bi cih anîn.

Pirsgirêkên xizmetkirina ji bo welatiyan derbasî qonaxeke nû bû, têkiliyên dewlet-civak û xizmetguzariya ji bo welatiyan derbasî qonaxeke din bû û di vê çarçoveyê de gelek qadan girt.

Qadên ku tê de cih digirin wiha ne:

Jiyana hevbeş: Li Herêma Kurdistanê 8 meclisên olî hene û di heyama vê kabîneyê de 457 îbadetxane hatine avakirin.

Ragihandin: Li ser bingehê yekkirin û xurtkirina demokrasî, azadî û prensîbên rojnamegeriyê ji bo hemû rojnamegeran li gorî yasa û rêgezan. Li Herêma Kurdistanê 126 kenalên herêmî, 31 kanalên satelaytî, 176 radyo, 121 malper û 988 rojname û kovar bi azadî weşanê dikin.

Rêxistinên sivîl: Li Kurdistanê 5001 rêxistinên navxweyî û biyanî tomarkirî ne û derfeta karkirina di warên cuda de ji wan re hatiye dayîn.

Penaber: Salane 842 milyon dolar alîkariya mirovî pêşkêşî zêdetir ji milyonek koçber û penaberên li 31 kampên Herêma Kurdistanê dikin.

Nenavendîbûn: Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku di çarçoveya nenavendîbûnê de desthilatên îdarî û darayî bo parêzgehan û hikûmetên xweser berfireh bike. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Serbixwe ya Soran, Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo û bi dehan rêveberiyên nû yên xizmetguzariyê ji bo hêsankirina danûstandinên welatiyan ava kirin.