YA: Heya rejîma Esed çareseriyeka normal ya siyasî daneyne em ê li hemberê noremalîzeyê bin

16 March 2023 23:03 0 dîtin
YA: Heya rejîma Esed çareseriyeka normal ya siyasî daneyne em ê li hemberê noremalîzeyê bin

PeyamaKurd – Yekîtiya Awerûpayê ragihand ku heya rejîma Beşer Esed çareseriyeka siyasî ya nav xwe ya li Sûriyê daneyne ortê, wê Yekîtiya Awrûpayê li hemberê normalîzebûna têkiliyên bi Sûriyê re be. Ragihandin ji aliyê nûnerê bilind yê siyaseta ewlehiyê ya Yekîtiya Awrûpayê Josep Borrell de bi munasebeta 12 em sal salvegera şerê navxwe yê Sûriyê bi nivîskî hat dayîn.

Di daxwuyaniyê de behsa erdheja 6 ê sibatê hat kirin ku wê di 20 ê mehê de ji bo karibin alîkariya mexdûrên erdhejê bikin, xebatên ji bo mexdûrên Bakûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û wê di 20 mehê de konferansa bexşandinê bikin. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Divê civaka navdewletî ji bo çareseriyeka mayînde ya siyasî li Sûriyê bibe, bêhtir hewlê bide xwe. Heya rejîm mijarê bîne asta çareseriyeka siyasî, wê Yekêtiya Awrûpayê li hemberê normalîzebûna têkiliyên bi Sûriyê re be.”