YE: Biryara desteserkirina Îmamoglû pir bi fikar e
PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Von der Leyen got, "Em dixwazin Tirkiye bi Ewropayê ve girêdayî bimîne, lê ji bo vê yekê pêwîstî bi pabendbûna zelal a bi norm û pratîkên demokratîk heye."
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen di daxuyaniya xwe ya derbarê desteserkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de got, "Em dixwazin Tirkiye bi Ewropayê ve girêdayî bimîne, lê ji bo vê pêwîstî bi pîvan û pêkanînên demokratîk heye."
Biryara desteserkirinê pir bi fikar e
Leyen desteserkirina Îmamoglû weke geşedaneke gelekî bi fikar nirxand.
Leyen ji rojnamevanan re axivî û got: "Tirkiye divê nirxên demokratîk, bi taybetî mafên kesên hilbijartî biparêze. Em dixwazin Tirkiye bi Ewropayê ve girêdayî bimîne, lê ji bo vê yekê pêwîstî bi sekneke zelal a bi pîvan û pêkanînên demokratîk heye. Girîng e ku Tirkiye rêzê li van prensîbên bingehîn bigire."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin