Yekem anketa 2023yan: Ger vê Yeksemê hilbijartinek çêbûya…

07 January 2023 16:30 0 dîtin
Yekem anketa 2023yan: Ger vê Yeksemê hilbijartinek çêbûya…

PeyamaKurd Lêkolîn ORCê encamên anketa yekem a ku di sala 2023 de hatî kirin eşkere kir.

Midûrê Giştî yê ORC Lêkolînê Mehmet Posteki, encamên anketa di navbera 2-5ê Çileya 2023an de hat kirin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî "Ewil Encamên 2023an" parve kir.

Di anketa li 45 parêzgehan hat kirin de, 3780 kes beşdar bûn.

Li vir tabloya ku di anketa herî dawî ya ORC Lêkolînê de derketiye holê ev e:

AKP: %32.0

CHP: %23,5

IYI Partî: 19.1%

HDP: %7,3

MHP: %6,2

Pêşeroj: 2.9%

DEVA: % 2,5

TDP: % 2,2

BTP: % 1,8

Yên din: 2.5%

Li gorî vê yekê tifaqa gel a ku ji AKP û MHPê pêk tê, ji %38,2 deng stendiye, rêjeya dengên tifaqa gel a ji CHP û IYI Partiyê pêk tê %42,6 bûye.