Yekgirtû rexneyên tund li Elî Bapîr dike
PeyamaKurd - Emîndarê Giştî yê Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê Selaheddîn Bahaeddîn rexneyên tund li wan aliyên wek Komel û Berhem Salih û Goranê girt ku, rexneyê li Referandûma herêma Kurdistanê digrin.
Bahaeddîn diyar kir ku referandûm gavek sivîl û ji bo daxwazkirina mafekî rewa bû.
Serokê Yekgirtûyê li bangeşeya ji bo lîsta partiya xwe, li Dihokê got, hinek alî Referendûmê wek qaçax binav dikin û ji xwe şerm nakin ku behsa dadgehkirina wan aliyan dikin ku Referandûm encamdan e.
Emîndarê Giştî yê Yekgirtû got jî, bi serbilindî ve, ew di Referandûmê de beşdar bûn.
Elî Bapîrê serokê Komelê û Berhem Salih rexne li referandûmê girtibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin