Erdogan rexneyên tund li Netenyahû dike

15 November 2023 18:01 0 dîtin
Erdogan rexneyên tund li Netenyahû dike

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan di derheqa şerê Xezzeyê de peyameke tund arasteyî Serokweîzrê Israîlê Netanyahu kir û dibêje: "Tu xwediyê çi jî bî, dê her biçî."

Erdogan di civîna xwe ya li gel Partiya Dad û Geşepêdanê, li Perlemana Tirkiyeyê got: "Israîl sitratejiya nehêlana tevaya bajarekî bi kar tîne, ez bi dilekî tena û bi aşkereyî dibêjim ku Israîl dewleteke terorê ye."

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku wekî Hikumeta Tirkiyê ew hemû piştgiriyên ku dikarin bidin Filistînê heta niha danê û dê ji niha pê de jî li qada navneteweyî jî ji bo vederkirina Îsraîlê xebat û hewldanên xwe berdewam bikin.