Ji Davutoglu rexneyên tund bo AKPê û Erdogan: Siyaseta dijminatiyê...
PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Tirkiyê ji AK Partiyê Ahmet Davutoglu ku amadekariya avakirina partiyeke nû dike, ji ber zimanê dijayetî û cudaxwaziyê rexneyên tund li AKPê girtin.
Davutoglu destnîşan kir ku bi gotinên ‘Beka’yê partiyên reqîb dikin dijmin û êrîşa ser Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu şermezar kir.
‘SIYASET LI DU HERÊMAN ASÊ BÛYE’
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Davutoglu, diyar kir ku ji ber tifaqa AKPê ya bi MHPê re niha siyaset li nav du herêmên Tirkiyê yên Derya Reş û Anatoliya Navîn asê bûye û pêwîst e siyaseteke tevahiya gelên Tirkiyê hembêz bike ji nû ve were kirin.
‘SÎSTEMA SEROKTIYÊ BERSIVA GEL NADE’
Davutoglu daxwaz ji AKPê kir ku li ser hîmên hatiye damezirandin xwe nûjen bike û sîstema seroktiyê ya ku Serokomar Erdogan di heman demê de serokê partiya xwe ye jî rexne kir û got, “Bi mixabinî divê bêjim, ji ber ku bersivê nade hêviyên gel pêwîste em mihasebeyeke samîmî û cidî li ser vê sîstemê bikin.”
‘HEVRÎKIYA SIYASÎ BÛ SEDEMA XETERIYEKE MEZIN’
Davutoglu zêdebûna kiryarên otorîterbûnê û bêdadiya hiqûqê bi bîr xistin û da zanîn, “Pêvajoya hilbijartinê bi sedema karakterê tifaqên cudaxwazî yên hatine kirin, bi gotinên hişk hiştiye hevrikiya eniyên siyasî bigihe asta xeteriyeke mezin û vê jî ziyan gihandiye aştiya me ya civakî û hişmendiya me ya hevpar.”
BANGA NÛJENBÛNÊ KIR
Davutoglu bang li rêveberiya AKPê kir ku li şûna gefxwarinan xwe nûjen bike û gavên pêwîst bo bihêzkirina rahên civakî bavêje û got: “Roj ew roj e ku em aqlê dewletê, rûmeta mirovî û wijdana gel werînin gel hevdu.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin