Yekîtiya Awrûpayê ji bo zêdekirina xaza Îsraîl û Misrê lihev kirin
PeyamaKurd – Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê Yekîtiya Awrûpayê kirîna xazê ya Rûsyayê kêm dike û niha dixwaze xaza Îsrîlê û Misrê bikire. Li gor ragihandina wezareta enerjiyê ya Îsraîlê peymana ku hat girêdan wê bibe ya yekem ya bi YA re. Wezareta enerjiyê her weha peymanê bi grîngî ragihand.
Li gor lihevkirina YA yê bi Îsraîlê û Misrê re wê her dû welat xaza xwe ya ku bişînin Awrûpayê zêde bikin. Xaza Îsraîlê wê here Misrê û ji Misrê here Awrûpayê. Xaza ku wê here lîmanên Misrê, wê li wê derê di tesîsan de bikin avî an ku LNG û ji wê derê bişînin Awrûpayê.
Rêvebirên her dû dewletan ragihandi ku ji bo miqdarê xaza tê xwestin bişînin Awrûpayê, jê re wext lazime. Wezîra enerjiyê ya Îsraîlê Karine Elharrar piştî peyman li Misrê hat îmzekirin weha got:
“Em îro Îsraîl û Misir soz didin ku em ê xaza xwe bi Awrûpa re parvebikin û alîkariya çareseriya krîza enerjiyê bikin.”
Li gor peymanê wê xaza her dû dewletan heya sala 2030 an di bazara enerjiya Awrûpa de roleka sereke bileyîze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin