Yekîtiya Ewropa deriyê xwe ji 3 welatên din re vedike

15 June 2022 22:08 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa deriyê xwe ji 3 welatên din re vedike

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropa (YE) ku niha 28 endamên wê hene, deriyê xwe ji bo sê welatên din re jî vedike û amadekarî hatine destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ku ji medya ewropî re ragihandine, YE ji bo serlêdanên endamtiya welatên Ukrayna, Moldovya û Gurcistanê amadekariyê dike.

Tê çaverêkirin, roja Înê biryarên bo endamtiya YE ya wan welatan bi daxuyaniyekê were eşkere kirin.

Beriya niha bi taybet piştî êrîşên Rûsya yên ser Ukraynayê, forma serlêdana Yekîtiya Ewropayê ji aliyê wan her sê welatan ve hatibû dagirtin û radestî Seroka Komîsyona Ewropa Ursula vand der Leyen hatibû kirin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê wê wekî gava yekem helwesta xwe ya bo endamtiya wan welatan eşkere bike û raporekê pêşkeşî serokên hikûmetên welatên YEyê bike.