Yekîtiya Ewropa ji bo agirê daristanan 3 balafiran disîne Tirkiyê

02 August 2021 11:00 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa ji bo agirê daristanan 3 balafiran disîne Tirkiyê

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropa, di çarçoveya alîkariya vemirandina agirê li daristanan, 3 balafiran dişîne Tirkiyê.

Komisyona Yekîtiya Ewropa diyar kir, Tirkiyê proseya parastina sivîl ya Yekîtiya Ewropa çalak kiriye û wan biryar daye 3 balafiran ku yek ji Ukrayna û du jî ji Îspanya bişîne Tirkiyê ji bo vemirandina agirê daristanên Tirkiyê.

Komisyarê Rêveberiya Krîzan yê Yekîtiya Ewropa Lînar Tşîtş diyar kir, Yekîtiya Ewropa di van demên zehmet de li gel Tirkiyê ye û amadeye alîkariya wê bike.

Li 30 parêzgehên Tikriyê û bakurê Kurdistanê, agir bi daristanan ketiye û hin ji wan agiran, 6 roj in nehatine kontrolkirin.

Heta niha di encama agirê daristanan de, 8 kesan can dane.