Yekîtiya Ewropa ji bo karesatan tîmên taybet ên tenduristiyê ava dike

24 April 2023 20:18 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa ji bo karesatan tîmên taybet ên tenduristiyê ava dike

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropa (YE) di çarçoveya hevkarî û têkoşîna dijî karesatên xwezayî de, ji bo damezrandina tîma lezgîn a destwerdana tenduristiyê Tirkiye jî di nav de, ji bo 7 welatên YEyê 106.2 milyon euro terxan kiriye.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona YEyê, dê tîmên alîkariya lezgîn a tenduristiyê Tirkiye jî di nav de, li welatên Ewropa yên Belçîka, Fransa, Almanya, Îtalya, Luksemburg, Portekîz û Romanyayê bên damezrandin.

Hat ragihandin ku wê tîmên ku bên damezrandin, xwedî pisporiyên nextergerî û teşhîsa tibî ya nexweşan bin.

Hat diyarkirin ku mebesta vê alîkariyê bi tîmên taybet ên tenduristiyê re, destwerdana kesên mexdûr ên di karesatên xwezayê de bandor li ser wan çêbûye ye.