Yekîtiya Ewropayê, alîkariya leskerî ya ji bo Ukraynayê zêde kir
PeyamaKurd-Ji Yekîtiya Ewropayê hat ragihandin ku dê alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê, 500 milyon euro were zêdekirin û bi gelemperî dê ji Ukraynayê re 2 milyar euro alîkarî bê şandin.
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, beriya civîna G7ê ya Wezîrên Karên Derve, daxuyaniyek da çapemeniyê. Borrel da zanîn ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê zêde bikin. Josep Borrell got, "Ew alîkariyeke nû ya bi nirxê 500 milyon euroyî ji bo Ukraynayê amade dikin û bi vê pêvekê ve dê alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê, bibe 2 milyar euro.”
Borrel da zanîn ku ev alîkarî dê ji bo maşînên zirxpoşî û çekên giran bê bikaranîn. Josep Borrell bi berdewamî got, ew ê pêkutiyên li ser aboriya Rûsyayê zêdetir bikin û di civîna G7ê de jî hevdîtin dê li ser tenêhiştina Rûsyayê û buhayên enerjî û xurekan bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin