Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew seroktiya Lukasenko nas nakin
PeyamaKurd - Nûnerê Bilind ê Pêwendiyên Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ragihand ku hilbijartinên 9ê Tebaxê yên Belarûsê ne rewa ne û ew seroktiya Lukaşenko nas nakin.
Borrell da xuyakirin ku YE van hilbijartinên neazad û ne adil nas nake û got, sonda Aleksandr Lûkaşenko ya ku doh bi merasîmekê xwaribû nerewa ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Lukaşenkoyê wek dîktatorê dawî yê Belarûsê tê zanîn piştgiriya Rûsyayê distîne. Piştî hilbijartinan rastî protestoyên mezin li welatê xwe hatiye ku welatî û opozîsyon dibêje, di hilbijartinên seroktiyê de sextekarî hatiye kirin.
Piştî lidarxistina merasîma sondxwarinê ya Lûkaşenko jî rikeberên wî ji nû ve daketin qadan û protestoyên xwe berdewam kirin ku bi dehan kes jî hatin binçavkirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) jî berî niha dabû xuyakirin ku li Belarûsê zêdeyî 10 hezar sivîl hatine girtin û îşkence li zêdeyî 500 kesan hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin