Yekîtiya Ewropayê, pistgiriya xwe ji bo Polonyayê ragihand

16 November 2022 16:00 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê, pistgiriya xwe ji bo Polonyayê ragihand

PeyamaKurd- Li ser êrîşa moşekî ya ku li gundê Polonyayê yê Przewodowê hatibû kirin û di encamê de 2 kesan can dabû de ji aliyê rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) ve piştgiriya ji bo Polonyayê hat ragihandin.

Li ser bûyerê, Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê Charles Michel, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo Polonyayê peyameke piştgiriyê ragihand. Michel di peyama xwe de got,

“Bi moşek an jî bi alaveke din a cebilxaneyê, candayîna mirovan a ji ber vê bûyerê, ez matmayî kirim. Em ji bo malbatên kesên can dane, sersaxiyê dixwazin û em ligel Polonyayê ne. Ez bi rayedarên Polonyayê, endamên civata YEyê û hevkarên me yên din re di nav pêwendiyê de me.

Her wiha ji aliyê rayedarên NATOyê ve jî daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû ragihandin ku ew li gel rayedarên Polonyayê di nav dan û stendinan de ne û lêkolîna bûyerê dikin.