Yekîtiya Ewropayê, dê pistgiriya wî welatî bike

06 October 2023 14:00 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê, dê pistgiriya wî welatî bike

PeyamaKurd- Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen ragihand ku ew li cem rêveberiya Êrîvanê ne û diyar kir ku ew ê alîkariya Eremîstanê bikin.

Ursula von der Leyen, di çarçoveya Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê ya ku li Spanyayê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku ew ê li ser mijara Ermenîstanê û li ser mijarên cuda nîqaşan bikin.

Leyen, piştgiriya xwe ji Ermenîstanê re anî zimên ku piştî geşedanên li Qerebaxê pêdiviya alîkariyên mirovî bi cih bîne û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Ji bo alîkariya Ermenîstanê, divê em piştgiriya çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên bi Azerbaycanê re bi rêya diyalogê berdewam bikin. Me pêşniyaz kiriye ku 5,2 milyon euro alîkariya ku soz dane Ermenîstanê ji bo alîkariya mirovî were bikaranîn bibe 10,4 milyon euro û her wiha me plan kir ku rasterast 15 milyon euroyî alîkariyê bidin.