Yekîtiya Erebî pistgiriya xwe bo ‘Konseya Leskerî ya Demkî’ ragihand
PeyamaKurd – Yekîtiya Erebî (YE) bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin ‘Konseya Leşkerî ya Demkî’ û ji rayagiştî ya navdewletî jî daxwaz hat kirin ku piştgiriyê bidin rêkeftin û seqamgeriya wî welatî.
Yekîtiya Erebî li Qahîreyê daxuyaniyek belav kir û tê de hat diyar kirin ku ew ji gavên ku Serokê Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sûdê Abdulfettah el-Burhan diavêje, kêfxweş in.
Wezîrê Parastinê Avad bin Avf 11ê nîsanê bi rêya televîzyona dewletê weke Serokê Bilind ê Konseya Leşkerî ya Demkî axivîbû û ragihandibû ku artêş dest daniyê ser rêveberiyê û ji bo 2 salan ew dê rêveberiyê demkî bike.
Serokê Sûdanê Omer el Beşîr ku 30 sal berê dîsa bi derbeya leşkerî hatibû ser kar, bi cenosîdê dihat tawanbarkirin û demên dawî ji ber têkçûna aborî û xizaniyê xelkê Sûdanê rabûbû ser pêyan ku ji 19ê Berfanbara 2018an û heta 11ê nîsanê ku gelê Sûdanê bi ser ket û el Beşîr dest ji kar berda, berdewam kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin