Yekîtiya Ewropayê: Tistê ku bi ser Jîna Emînî de hat nayê qebûlkirin

20 September 2022 12:30 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê: Tistê ku bi ser Jîna Emînî de hat nayê qebûlkirin

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê kuştina Jîna Emînî şermezar kir û got: “Tiştê ku bi ser wê de hat, nayê qebûlkirin.”

Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya xwe de da zanîn: “Divê rayedarên Îranê dilniya bibin ku mafê xelkê tê parastin û kesên desteserkirî, bi tu awayî reftara xerab ligel wan neyê kirin.”

Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û piştî du saetan ji ber îşkencedanê ew rakirin nexweşxaneyê û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê can da.