Yemen | Fermandarekî payebilind ê Hûsiyên Îranî hat kustin

15 October 2020 20:40 0 dîtin
Yemen | Fermandarekî payebilind ê Hûsiyên Îranî hat kustin

PeyamaKurd - Hêzên hevbeş ên li rojavayê Yemenê ku Hevpeymaniya Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike, ragihand ku doh 14ê Cotmehê fermandarekî Hûsiyan ê payebilind ê li Îranê perwerde dîtibû, di êrîşên ser başûrê bajarê El-Hedîdê de hatiye kuştin.

Ragihandina leşkerî ya Hêzên Hevbeş bi daxuyaniyekê diyar kir, komên Hûsiyan ên girêdayî Îranê bi kuştina fermandarê Hûsiyan ê payebilind Ebû El-Betûl El-Eqhomî li berava rojava derbeyeke giran xwariye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, El-Eqhomî yek ji fermandarên payebilind ên komên Hûsiyan bû ku berê li Îranê perwerde dîtibû û yek ji kesên nêzî rêberê Hûsiyan Ebdul Malik El-Hûsî bû.