Yemen | Serê artêsê û Hûsiyên Îranî dîsa gur bû: 65 kustî…
PeyamaKurd – Piştî demeke aram şerê navbera artêşa Yemen û Hûsiyên girêdayî Îranê dîsa gur bû.
Hat ragihandin ku li bajarê Meiribê şer û pevçûnên navbera artêşa Yemen û Hûsiyan de berdewam dike û di nav 42 saetên dawî de nêzî 65 kes hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku ji kuştiyan 22 ji hêzên hikûmeta Yemenê ne û 43 kes jî çekdarên Hûsî ne.
Herwiha artêşa Yemenê ragihandiye ku 11 Hûsiyan êrîşî mala welatiyekî devera Şemlanê ya paytext Senaaya kir û di encama şer û pevçûnan de ew 2 çekdar hatine kuştin, 9 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin