Yisrael Cohen: Wê Îsraîl agirbesê neke heya Hamasê bi temamî biqedîne
PeyamaKurd – Tevî konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî biryarê dabû ku di meha Remezanê de li Xezzayê agirbes bibe jî wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yisrail Cohen got:
“Wê Îsraîl agirbesê neke heya Hamas bi temamî biqedîne û heya esîrê me yê dawiyê vegere mala xwe em ê şer bikin.”
Katz, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de kir.
Endamên konseya ewlehiyê yên NY yên demkî biryara agirbesê ya ji bo navbera Hamas û Îsraîlê dabûn ku ew welat Cezayir, Ekvator, Guyana, Japonya, Malta, Mozambik, Kor a Başûr, Sierra Leone, Slovenya û Îsviçre bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin