Îsraîl: Bila civaka navdewletî rêvebiriya Sûriyê nas neke û rêvebiriya wan rewa nebîne
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar behsa xeteriyên ku rêvebiriya Sûriyê ya nûh çêdike kir û got ku Îsraîl wê li hemberê Şamê raweste û ji civaka navdewletî xwest ku rewatiyê nedin rêvebiriya Şamê,
Saar, behsa endîşeyên Îsraîlê yên sînorî kir û got ku Hamas û Cîhada Îslamî dixebitin da cepheyekî nûh li dijî Îsraîlê ava bikin. Gideon Saar, bi cîgirê serokwezîrê Luksemburgê û hem wezîrê karên derve bi Xavier Bettel re li rojavayê Qudsê hevdîtin kir û di parvekirinên xwe de got ku behsa pêşdeçûnên li Herêmê kirine.
Saar, piştî hevdîtinê li ser mijara Sûriyê axifî û got:
" Me biryarê daye ku wan bûyerên li ser sînorê me diqewimîn, em ber li wan bigrin. Em nahêlin li ser sînorê me tehdîd hebin. Li Sûriyê bi hezarî kesê Hamasê û Cîhad a Îslamî dixwazin li hemberê Îsraîlê cepheyekî ava bikin.”
Saar, di civîna grûba partiya xwe di meclisa Îsraîlê de îro axifî û got:
“Nenêrin ku Ahmed Şara cilên taxim li xwe dike. Ew taxim tiştekî îfade nake. Şara hêjî fikrên dundrew diparêze.”
Saar, di hevdîtinên xwe yên bi welatên Ewrûpa re, wan hişyar kiriye ku li hemberê rêvebirya Sûriyê bi hezir bin, rêvebiriya Şamê şiddetê dike û dixwaze ‘Rêvebiriya Xweser ya Kurd’ ji ortê rake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin