YNK: Em hêvîdar in ev salveger bibe derfetek ji bo pêsvebirina pêwendiyên navbera me

16 August 2022 10:41 0 dîtin
YNK: Em hêvîdar in ev salveger bibe derfetek ji bo pêsvebirina pêwendiyên navbera me

PeyamaKurd – Polîtburoya Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) di derbarê 76emîn salvegera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek pîrozbahiyê belav kir û diyar kir, li Bexdayê bi yek pakêteke niştimanî û Kurdistanî rûbirûyî vê rewşa nexwestî bibin.

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek arasteyî PDKê kir û da zanîn: “Em pîrozbahiyên germ li we dikin û em hêvîdar in ev salveger bibe derfetek ji bo pêşvebirina pêwendiyên navbera me ji bo derbaskirina hemû wan astengiyên ku li ser rêya hevtêgihîştina me ya di karê hevbeş de li Kurdistan û Iraqê û bi taybetî di rêya geşepêdana siyaseteke dadperwerane ya Kurdistanî ya hikûmranî û aborî û xizmetguzariyê de dirust bûne.”

YNKê di peyama xwe de eşkere kir: “Her di vê salvegerê de em hêvîdar in pirs û tevgerên siyasî yên cîhan û navçe û Iraqê cidî werin girtin.”

Herwiha YNKê amaje bi nêrîna xwe ya ji bo rûbirûbûna rewşa niha ya siyasî ya Iraqê kiriye û daxwaz kiriye, aliyên siyasî yek nêrîneke wan ji bo çareseriyê hebe, ku di sûda gelê Kurdistanê de be û gotiye: “Em hemû hêz û aliyên siyasî, hewldanên xwe bi cûreyekê yek bikin ku di qezenca yekrêzî û pêkveyî ya gelê me de be, bi taybetî li Bexdayê bi yek pakêteke niştimanî û Kurdistanî rûbirûyî vê rewşa nexwestî ya niha ya Iraqê bibin ji bo derbaskirina welat ji vê rewşa ku têketiye.”