YNKê peyemeke pîrozbahîyê arasteyî PDKê kir

16 August 2019 10:02 0 dîtin
YNKê peyemeke pîrozbahîyê arasteyî PDKê kir

PeyamaKurd- bi helkefta 73yemîn salvegera damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), Cîgirê Yekemîn ê Sekretêrê Giştî yê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) peyameka pîrozbahîyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî, Mekteba Sîyasî û serkirdatiya PDKyê kir.

 

Deqa peyama pîrozbahîyê ya Cîgirê Yekemîn ê Sekretêrê Giştî yê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK)  bo PDKyê wiha ye:

 

Birêz Kak Mesûd Barzanî, serokê Partîya Demokrata Kurdistanê.

 

Birêzên di Mekteba Sîyasî û serkirdatîya Partîya Demukrata Kurdistanê de.

 

Di bîrewerîya 73 salî ya damezirandina Partîya Demokratîya Kurdistanê, bi navê xwe û hevalên xwe di Civata Serkirdatîyê de pîrozbahîya xwe ya gerim arasteya cenabê hewe, endamên serkirdatî, endam û alîgirên hewe dikîn. Dixwazîn hun berdewam bin ji bona zêdetir xizmetkirina gelê me û bi destvehînana mafên me yên rewa.

 

Kawdanên Kurdistan, Îraq û deverê wê yekê dixwaze ku tevaya hêz û alîyên sîyasî bi yek gotara hevpişik a nîştîmanî û neteweyî saz û amade bin bo berebgarbûna tehdîyatan û hewildan bo bi destvehînana destkevtên zêdetir bo gelê me, bêguman ev jî tenê bi yekrêzî û tebayî ya di navbera alîyên sîyasî dihêt encamdan.

 

Ezmûna çend salên hukmranîyê li Herêma Kurdistanê ew yek selmandîye, ku tenê û bi tenê bi hevgirtinê di şîyan de dibe baştirîn xizmet pêşkeşî welatîyan bihêt kirin û berengarî hemû hewlên teroristan û metirsîyên bibîn bo ser axa xwe.

Careke din pîrozbahî ya me ya gerim arasteya hewe dikîn û hêvîdarîn berdewam bin di xebat û tekoşînê de.