YSKê ji bo îtirazên 6 bajar û 10 navçeyan biryar da

09 April 2024 18:04 0 dîtin
YSKê ji bo îtirazên 6 bajar û 10 navçeyan biryar da

PeyamaKurd- Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) li ser îtirazên encamên hilbijartinên herêmê yên 31ê Adarê ji bo 6 bajar û 10 navçeyan biryar da.

Di civîna YSKê ya îro 9ê Nîsanê de, ji bo bajarê Wanê îtiraza Partiya Vatan a betalkirina hilbijartinê hate redkirin.

YSKê ji bo bajarên Şirnex û Çewligê daxwaza betalkirin û ji nû ve jimartina dengan a DEM Partiyê jî red kir. Dîsa îtiraza DEM Partiyê ya ji bo ji nû ve hejmartina dengên Norşîn a Bedlîsê jî hate redkirin.

Dîsa YSKê îtirazên AK Partiyê bo Erdexanê, yên CHPê bo Kirklareliyê, yên MHPê bo Amasyayê, îtiraza CHPê ya ji bo navçeya Yozgatê Yerkoy û serlêdana betalkirina hilbijartinên navçeya Siwêreg a Rihayê ya Partiya Yeniden Refahê jî hatin red kirin.