Arvas: Rêzê li biryara YSKê digrim, hêvî dikim bi xêr be!

04 April 2024 19:08 0 dîtin
Arvas: Rêzê li biryara YSKê digrim, hêvî dikim bi xêr be!

PeyamaKurd - Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdulahat Arvas ku piştî mafê şaredariyê ji namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan hatibû standin, ji bo mazbatayê bistîne serî lî Desteya Hilbijartinan a Wanê dabû, li ser vegerandina mafê Zeydan ê seroktiya şaredariyê ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) daxuyanî da.

Abdulahat Arvas ku rastî rexneyên wekî, ‘Çima piştî biryara betalkirina mafê şaredariyê yê Abdullah Zeydan ji bo wergirtina mazbataya seroktiya şaredariyê serlêdan kiriye?” hatibû.

Arvas di daxuyaniya ku îro 4ê Nîsanê belav kiriye de gotiye, ew rêzê li biryara YSKê ya vegerandina mafê seroktiya şaredariyê bo Abdullah Zeydan digire.

Abdulahat Aravas, di daxuyaniya ku piştî 3 rojên protestoyan û dayîna biryara YSKê daye de dibêje, “Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê nirxandin li ser îtiraza DEM Partiyê kiriye û biryar daye mazbata li namzedê DEM Partiyê were vegerandin. Ez rêzê li biryarê digirim û hêvî dikim ji bo welatê me bi xêr be.”

Herwiha Arvas di daxuyaniya xwe de dibêje, wî berê jî gotiye ku ew naxwaze weke qeyûm li ser şaredariyê bê dayîn.

Hêjayî gotinê ye, namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48ê dengan bûye serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Lê belê ji ber biryareke dadgehê, li ser giliyê Arvas, Desteya Hilbijartinan a Wanê mazbataya şaredarbûnê nedabû Abdullah Zeydan û biryar dabû bide namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas. Piştî ku doh YSKê îtiraza DEM Partiyê qebûl kir, mazbata bo Abdullah Zeydan wê bê dayîn.